Serok Barzanî cejna Newrozê pîroz dike û tekezî li ser pêkvejiyan û peyama aştiyê dike

Serok Barzanî cejna Newrozê pîroz dike û tekezî li ser pêkvejiyan û peyama aştiyê dike

Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Adarê peyamek bi boneya Cejna Newrozê û hatina Sersala Kurdî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Li cejna Neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikim.”

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar û nûbûn û ronahî û azadiye. Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahî li ser tarîtî û zulmê da dide. Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya Newrozê li hemû zarok û gedeyên gelê Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşeke ji dîrok û çand û dab û nerîtên wan.

Li vir da dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li revenda Kurdî û li wan milyonan Kurdan bikim ku bi hesteke bilind ve dûrî axa niştimana xwe cejna Newrozê bi bilind radigrin û nirxên Newrozê bi hemû cîhanê da belav dikin. Ji wan re dibêjim ku hûn herdem li hizr û wîcdana me da ne û xweşî û cejnên we berdewamiya xweşî û cejnên me ye. Cihê şanaziyê ye ku dibînîn dest li nav dest û bi yek dilî li Newrozê da ala azadî û rûmetê bilind dikin. Gelek xweşhalim ku li bajarê Koln ya Almanya di rêwresmeke mezin da evînî û soza xwe ji bo welatê xwe dûpat dikin, hûn deng û rengê gelê xwe ne û destxweşiyê li we dikim.

Di cejna Neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikim. Her di vî warî de piştevaniyê li proseya aştî û çareseriya li Tirkiye dikîn û aştiyê bi take rêya rast û dirust ya çareser kirina kêşeyan dizanim. Her di vê helkeftê de bi wê hêviyê ne dawî bi êş û janên gelê Kurd li Sûriye bê û Kurd bi helwesteke hevbeş û bi rêkarên aştiyane bi aliyên din ê Sûriyê re bigihin encamek ku li xizmeta hemû aliyek da bê.

Hêvîdar im Newroza îsal bibê destpêkek ji bo bextewerî û xweşî ya hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê û ev Newroz û hemû cejnên xwe li kameranî û bexteweriyê de bikin. Hêviya ewe dixwazim gelên navçeyê bikarin li bin aramiyê da li rewşeke aştiyane û birayetiyê da bijîn.

Newroza we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî

30î Reşemmeya 2724an a Kurdî

20ê Adara 2025an a Zayînî

Pustên heman beş