Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir, kongreyeke Abdullah Ocalan lê ne amade be, dê nikaribe biryara çekdanînê werbigire, Tekez kir jî, tekane kesê ku karibe vê bide kirin, Ocalan e.”
Kalkan di hevpeyvînekê de ligel kanaleke ser bi PKKê ve got, Newroza îsal ji yên beriya niha hinekî din cudatir e. Newroza 2025’an li gorî Newrozên din gelekî cuda ye. Ev Newroz dê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bîne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê tekez kir, eger kongre bê kirin, betalkirina PKK’ê, çekdanîn dê bê nîqaşkirin, ev yek tenê Abdullah Ocalan dikare bike, wekî din kes nikare bike.
Kalkan amaje bi wê jî, PKK’ê bersiv da banga Ocalan û ji raya giştî re aşkere û hin tişt ji aliyê xwe ve kirin. Lê belê li aliyê din, tiştek nehat kirin. Ti gaveke pratîkî ji aliyê dewletê ve nehat avêtin. Desthilatdarî û derdorên dewletê soza xwe bi cih neanîn.