Nêçîrvan Barzanî bo ahenga Newroza Amedê: Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye

Nêçîrvan Barzanî bo ahenga Newroza Amedê: Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyeke pîrozkirina cejna Newrozê ji bo kurdên Bakurê Kurdistanê li Diyarbekrê Şand û tê de ragihand, “pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokîye, divê neyê windakirin û her kes ji bo biserxistina aştiyê bi dil û can bixebite.

Nemeya Nêçîrvan Barzanî ji aliyê berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ku tevlî Newroza Amedê bû hat xwendin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Newroza Amedê wisa ye:

Xuşk û birayên hêja, Gelê xweştivî yê Amedê beşdarên bi rûmet yên şahiya Newrozê.

Ji dil û can cejna we ya Newrozê û sersala we ya nû pîroz dikim.

Newroz, ev cejna dîrokî ku nîşana vejîn, nûbûn, hêvî û umêdê ye, çandeke me ya hevpar e ku bi dirêjahiya hezaran salan, Kurdan û gelên vê herêmê bi hev re girê dide.

Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza xêr û xweşî û serkeftinê ji bo we hemûyan.

Cejna me ya Newrozê, îsal di demekê de ye ku zemîne û hêviyek ji bo aştî û aramiyê çê bûye.

Ji bo vê yekê hewlên dewleta Tirkiyê, di serî de Birêz Serkkomar Recep Tayyip Erdogan û hemû hêz û aliyên ku keda wan ji bona aştiyê heye, her wiha hewlên Birêz Ocalan û her kesê ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gelek bi rêz û pêzanîn dinirxînim.

Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye, divê neyê windakirin û her kes ji bo biserketina aştiyê bi dil û can bixebite.

Gelê Kurd bi aştiyê û bi pêşxistina çanda bihevrejiyanê, dikare baştir û bêtir dengê xwe bigihîne û mafên xwe bidest bixe.

Aştî dikare navbera gel û miletan xweş bike, welatan ava bike û ji her kesî re aramiyê bîne.

Em dîsa li Herêma Kurdistanê wekî her tim piştgiriya xwe ji bo aştiyê û biserketina vê pêvajoyê nîşan didin.

Ji bo ku aştî bi ser keve, çi bikeve ser milê me û çi ji me bê xwestin, em amade ne. Serkeftina aştiyê, serkeftina me hemûyan e.

Di vê roj û cejna pîroz de, dîsa ji dil û can we hemûyan silav dikim, cejn û sersala we pîroz û bi xêr be

Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza aştî û aramiyê.

Hêviya cejn û şahiyeke xweş û bi kêf, ji we hemûyan re dixwazim. Hûn her hebin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

21î Adara 2025an

Pustên heman beş