HPGe: Tirkiyeyê di du rojan de hezar û 45 caran hêzên me bombebaran kirine

HPG-AMAR

HPGê baskê leşkerî yê PKKê ragehand ku Tirkiyeyê di rojên 22 û 23yê Adarê de hezar û 45 caran hêzên wan bombebaran kirine.

HPGê roja 24ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî ragehand, êriş û bombebaranên Tirkiyeyê berdewamin û di 22 û 23ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê hezar û 45 caran bombebaran hatiye kirin.

Destnîşan kir, êrîşên 22 û 23yê Adarê li herêmên Xakurk, Gare, Metînayê û Rojavayê Zapê hatine encam dayîn.

HPGê herwiha got: Êrîş bi balafirên şer yên cengê û her wiha bi balafirên helîkopter hatine encam dayîn, bi giştî 1024 caran çekên giran, hatine bi kar anîn.

Derbarê bersivdayîna êrîşan HPGê diyar kir, destwerdana hêzên me ya li êrîşan; 22yê Adarê saet di 15:10an de li Girê Amêdiyê pirojektoreke li pêşberî tunelên me yên şer hatbû bicihkirin, bi çekên ferdî hate îmhakirin.

Tirkiyeyê derbarê şer de ti amar belav nekirine.

Rêberê PKKê Abdulah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestbû PKKe çekan deyne û xwe fesix bike, PKKê jî 1ê Adarê agirbest ragehandbû.

Piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kiri wezareta parastinê ya Tirkiyê derbarê şerê li gel PKKê ti amar belav nekirine.

Pustên heman beş