Nasnameya çekdarekî PKKê yê ji Başûrê Kurdistanê aşkere bû ku li 26 Sibata îsal anku bi rojekê berya banga Ocalan li çiyayê Gare hatiye kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 25 Adara 2025ê nasnameya çekdarekî xwe yê bi navê Şehriyar Omer ku ji Hewarmana Başûrê Kurdistanê ye aşkere kir, ev çekdar li 26 Sibata 2025ê li çiyayê Garey ketiye ber êrîşa balafirên Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da ye.
HPGê mirina vî ciwanê Kurd jî ev meheke veşartî hiştiye û ji nû ve îro daxuyanî da û got ku me wenda kir.
Weke tev ciwanên ku PKKê berê wan daye mirinê, di pesnê Şehriyar de jî rêxistinê gotiye ku ew milîtana Apo û fedayê Apo bû.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.