Endamekî Civata Şaredariya Stenbolê ji bo birêvebirina postê serokê şaredariya wê parêzgehê bi wekalet hat diyarkirin.
Ajansa Anadoluyê îro (Çarşem, 26.03.2025) parve kir, “Dengdan ji bo hilbijartina Serokê Şaredariya Stenbolê li avahiyê civata wê parêzgehê bi awayekî nihênî hat kirin.”
Kandîdê CHPê Nûrî Aslan, ku herwesa endamê Civata Şaredariya Stenbolê ye, bi piraniya dengên endaman wekî Serokê Şaredariya Stenbolê hat hilbijartin û wî postî bi wekalet bi rê ve dibe.
Li dû ajansa Anadoluyê, di gera yekê ya dengdana ji bo hilbijartina Serokê Şaredariya Stenbolê de, 301 deng hatin dan û pênc deng jî nehatin hejmartin. Kandîdê CHPê Aslan 173 deng û Kandîdê AKPê Okul jî 123 deng bi dest xistin.
Di gera duyê ya wê dengdanê de jî, 302 deng hatin dan û Aslan 177 deng û Okul jî 125 deng bi dest xistin.
Ji bo bidestxistina dengên piraniya reha, gera sêyê ya dengdanê jî hat kirin û tê de 302 deng hatin dan û Kandîdê CHPê Aslan 177 deng û Kandîdê AKPê Okul jî 125 deng bi dest xistin. Bi wê encamê jî, kandîdê CHPê bi wekalet bû Serokê Şaredariya Stenbolê.
Hêzeke ewlehiyê ya Tirkiyeyê li roja Çarşemê (19.03.2025) çû ser mala Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu û ew desteser kir.
Desteserkirina Imamoglu rengvedaneke mezin peyda kir, welatî ji bo piştgirîkirina Imamoglu rijiyan ser cadeyan û xwenîşandanekeberfireh kir.
Ekrem Imamoglu li roja Pêncşemê (20.03.2025) li ser tora civakî ya Xê daxwaz ji welatiyên Tirkiyeyê kir ku, bêdeng nebin û li dijî wî şerê li Tirkiyeyê heye dengê xwe bilind bikin. Herwesa got ku, pirsa desteserkirina wî pirseke girêdayî partiya wî tenê nîne, belkî peywendî bi hemî neteweya Tirkiyeyê ve heye.