Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir, di xwepêşandanên Stenbolê de zêdetir ji 1800 kesan hatine binçavkirin.
Yerlîkaya îro 27ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, di çalakiyên li dijî biryara dûrxistina Akram Îmamoglu de, 150 polîs birîndar bûne û 1879 xwepêşandêr jî hatine binçavkirin.
Yerlîkaya da zanîn jî, ji binçavkiriyan 260 hatine girtin û 468 jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Herwiha hîn 662 kes jî binçavkirî ne.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê got, xwepêşandan mafekî destûrî ye, lê nabe ku çek û êrîşên li ser polîs û saziyan bên kirin.
Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu roja 19ê Adarê bi tometa “gendelî” û “alîkariya rêxistinê” hatibû binçackirin. Piştre ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê ve cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li gelek bajarên Tirkiyeyê welatî ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin, derdikevin qadan.