Parlamenterekî DEM Partiyê alaya Kurdistanê li parlamentoya Tirkiyeyê bilind kir

Sirrî Sakik-info

Parlamenterekî DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê alaya Herêma Kurdistanê bilind kir û ragihand, “Yê ku heqaretê li wê bike, mirovekî nizm e.”

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirrî Sakik, bi bilindkirina alaya Kurdistanê bertek nîşanî gotinên Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş da.

Sirrî Sakik got: “Ev ala nûnertiya Herêma Kurdistanê dike. Hin kes ji vê alayê re paçik dibêjin. Lê dema ku berpirsên pilebilind ên hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê dikin, ev ala ligel alaya Tirkiyeyê li firokexaneyê Esenbogayê li ba dibe.”

Herwiha got: “Ev nîjadperestî û dijminatiya kurdan e. Tirkiye li wir konsolxaneya xwe heye û salane 1 milyar dolar hinarde dike, çima ew qas dijminatiya kurdan dikin?”

Ev yek piştî wê tê, li Tirkiyeyê bi girtina şaredarê bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu çalakiyên ku ji 19ê Adarê ve tên kirin didomin. Di van çalakiyan de jî ji bilî daxwaza dad û demokrasiyê, heqaret li nirxê Kurdan û Alaya Kurdistanê hat kirin. Piştî devavêtina Şaredarê Mezin yê Enqereyê Mansur Yavaş ku Alaya Kurdistanê weke ‘paçik’ nîşan dabû, serokê giştî yê Partiya ÎYÎyê Musavat Dervişoglu jî dev avêt Alaya Kurdistanê. 

Pustên heman beş