HSD û Artêşa Niştimanî dîl û terman bi hev diguherînin

SDF-QSD-HSD-Syrian-Democratic-Forces-Net

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Niştimanî ya Sûrî amadekariyan dikin, dîl û terman bi hev biguherînin.

Rewangehê belav kir, HSD û Artêşa Niştimanî dîl û termên çekdarên ku di hefteyên dawî de li eniyên Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê hatine kuştin, bi hev diguherînin.

Da zanîn jî, HSD 40 termên şervanên xwe ji Artêşa Niştimanî wergirtin û li hemberê jî dê 25 term radestî wan bike ku 4 ji wan Tirk bûn.

Amadekariyên ji bo pevguhertina dîl û terman di demekê de ye, ji 12ê Çileya borî ve şer û pevçûn di navbera wan de li eniyên Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê heye.

Li gorî zanyariyên Rewangehê hevdem ligel pevguhartina dîl û terman, niha agirbestek li wan her du aliyan de heye. 

Pustên heman beş