Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diçe Parîsê û bi hevkûfê xwe yê Fransayî re danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û şerê Ukraynayê û şerê Xezzeyê û çend pirsên din dike.
Ajansa Anadoluyê li ser zarê hejmareke çavkaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehandiye, “Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) diçe Parîsê û bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re dicive.”
Li gor medyayên Tirkiyeyê, tewerên serekî yên wê hevdîtinê dê rewşa Sûriyeyê, şerê Rûsya û Ukraynayê, ewlehiya Yekîtiya Ewropayê û peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bin.
Nêzî 800 hezar Tirkan li Fransayê dijîn. Di civîna wezîrên derve yên her du welatan de, “behsa rewşa wan welatiyên Tirk li gel êrîşên nejarperestî yên li ser wan” tê kirin.
Tirkiye û Fransayê li ser Sûriyeyê jî dîtinên cuda hene. Tirkiye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî rêkxistineke teroristî dibîne, lê Fransa wan wekî hevpeymanên xwe di rûbirûbûna DAIŞê de dibîne.