RAPIRSÎ – Piştî girtina Îmamoglu rêjeya dengên CHPyê zêde bûye

CHP-AKP-Imamoglu-net

Li gorî rapirsiya ASALê, CHP bi rêjeya ji sedî 31,1ê dengan di rêza yekem de cih digire, AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,2 duyem e.

Kompanya Lêkolîn û Şêwrê ya ASALê encamên rapirsiya ku di navbera 21-28ê Adara 2025an de li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar kesî kiribû eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger îro li Tirkiyê hilbijartinek bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.

Li gorî rapirsiyê, piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu rêjeya dengên CHP û IYI Partiyê zêde bûye û rêjeya dengên AK Partî û MHPyê jî daketiye.

Li gorî vê yekê, li Tirkiyeyê tenê 4 partiyên siyasî benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas dikin.

Encamên rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ASALê bi vî awayî ne:

CHP: Ji sedî 31,1

AK Partî: Ji sedî 30,2

DEM Partî: Ji sedî 9,2

MHP: Ji sedî 7,8

ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,3

Partiya Zaferê: Ji sedî 4,3

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,0

TÎP: Ji sedî 1,7

Partiya A: Ji sedî 1,7

Partiyên din: Ji sedî 3,2

Pustên heman beş