Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyan a PDKê li Kerkûkê hat vekirin

Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyan a PDKê li Kerkûkê hat vekirin

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, baregeha Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê hat vekirin. Berpirsên buroyê dibêjin: Emê bibin çavkaniya yekîtî, aştî û pêkvejiyanê li Kerkûkê.

Piştî 8 salan ji bûyerên 16ê Cotmehê, îro 05.04.2025 baregeha Buroya Rêxistina Parêzgeha Kerkûk-Germyanê ya PDK bi amadebûna berpirsên bilind ên PDKê hat vekirin.

Endamê Buroya Rêxistina PDKê Dêdewan Kiwêxe Celal ragihand: “Îro piştî derbasbûna nêzîkî 8 salan ji bûyerên 16ê Cotmehê, me baregeha rêxistinê ya parêzgeha Kerkûk-Germyanê vekir. Piştrast bin ku em ê li Kerkûkê bibin çavkaniya yekîtî, aştî û pêkvejiyanê û emê gelek xizmeta Kerkûkê bikin.”

Baregeha Sêyemîn a PDKê jî di Mijdara sala borî de li Kerkûkê hat vekirin. Vekirina av her du baregehan, Di çarçoveya rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ji bo avakirina hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî hatiye.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Iraqî dest danîn ser baregehên PDKê li Kerkûkê, ji ber wê jî PDKê hemû çalakiyên partiya xwe li parêzgehê rawestandin û beşdarî ti hilbijartinan nebû.

Pustên heman beş