Cevdet Yilmaz: Sebra me nîne divê PKKe bi lez kongreya xwe pêk bîne

Cevdet Yilmaz-Net

Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser pêvajoya nû axivî û diyar kir ku divê PKK kongreya xwe li dar bixe.

Cevdet Yilmaz li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê ji kanala CNN Turkê re axivî.

Yilmaz behsa girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, banga boykotê ya Serokê CHPyê Ozgur Ozel, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê pêngavên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan kir.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku siyaseta demokratîk dê li Tirkiyeyê xurtir bibe û got, “Di nava pêşbaziya demokratîk de, hemû pirsgirêkên welatê me dê were axaftin û niqaşkirin”.

Cevdet Yilmaz amaje bi pêşhatên dawî yên pêvajoya kir û wiha got: “Niha top di qada rêxistina terorê de ye, divê kongreya xwe çêbikin û xwe fesih bikin.  Ev pêvajo dê bandoreke erênî li ser standardên me yên demokratîk û pêşketinê bike. Atmosferek nû dê çêbibe. Em her tim dibêjin, ti partiyên siyasî nabe di bin siya terorê de siyasetê bikin. Ez bawerim ku bi vê fesihê re, siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê dê xurtir bibe. Di nava pêşbaziya demokratîk de, hemû pirsgirêkên welatê me dê were axaftin û niqaşkirin. Çi bi kêrî 85 milyon mirovan tê, em dê bi wan encaman rêya xwe bidomînin”.

Yilmaz li ser dema ç”ekdanîna PKKyê jî got, “Birêz Serokomarê me jî di rojên borî de got. Sebra me gelek tune, divê di demeke herî kin de pêk were, ji ber ku gelek kes hene ku pêvajoyê tevlihev dikin”.

Pustên heman beş