Li navçeya Serdivan a Sakarya ya Tirkiyê di navbera du malbatên cîran de şerê bi çek derket û 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 5 kesên din jî birîndar bûn. derbarê bûyerê de 4 kes hatin binçav kirin.
Li navçeya Serdivan a Sakaryayê di navbera du malbatên cîran de nîqaş derket û wegerya şerê bi çek. Piştî derbarê bûyerê de agahdarî hate dayîn tîmên polîs û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê.
Piştî tîmên polîs û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê derket ku Yaşar Ozyurt, Onur Ozyurt û Volkan Yildiz li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna dozgerê komarê kesên jiyana xwe ji dest dane termên wan ji morga bajar re hatin şandin.
Di bûyerê de 7 kesên din ên birîndar jî ji nexwaşxaneyên cuda yên bajar re hatin şandin, lê Fahrî Yildiz û Ozgur Ozyurt jî li gel hemû hewldanan li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî geheşt 5 kesan.
Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike û 4 kesên gumanbar jî ji aliyê polîs ve hatine binçav kirin. Herwaha 4 demançe jî dest li ser hatine danîn.