PKK tekezê dike ku, hindî êrîşên artêşa Tirkiyeyê li ser wan berdewam bin, kongireya xwehelweşandinê lidar naxin.
Endamê Konseya Birêvebirina Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Karaso li ser pirsoeya nû ya aştiyê ragehand, “Ji bo ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikare kongireya xwehelweşandinê li dar bixe, divê Tirkiye êrîşên xwe rawestîne û Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan bi rê ve bibe.”
Mistefa Karaso pêdivîjî dibîne ku, “desthilat gotinên xwe li ser wê piroseyê bi cih bîne û Perleman wê piroseyê bixe nav çarçoveya qanûnî.” Herwesa got, “Eger pêngavan ji bo vê piroseyê avêtin, em nikarin bi vî awayî niha rawestin.”
Ev di demekê de ye ku, Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli berî pênc mehan daxwaz ji Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan kir ku, PKKê helweşîne. Ocalan jî li roja 27ê Şibatê bang kir ku, PKK çekê xwe dane û xwe helweşîne.
Malpera Haberturkê di raportekê de ragehand ku, tê pêşbînîkirin ku li meha Nîsanê kongireya PKKê ji bo merema danana çekan bi rê ve biçe. Berî wê jî Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicive. Ji bo wê meremê jî di çend rojên bê de, Serokatiya Komara Tirkiyeyê jivanekî ji bo Dem Partiyê diyar dike.
Li dû zanyarên wê malperê, piştî civîna wan a bi Erdogan re, şanda Dem Partiyê serdana girava Îmraliyê dike û ji bo cara çarê Ocalan dibîne. Tê çaverêkirin ku Ocalan careke din tekezê li ser danana çekan dike û piştî wê peyamê jî PKK di vê mehê de kongireya xwehelweşandinê lidar dixe.