Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” rojekî beriya daweta wê, keçeke kurd ji gundewarê Kobaniyê revand.
Li gorî vîdeoyên ku malbata wê keçê li ser torên civakî belav kirine, xuya dibe tev pêwîstiyên wê yên bûkîniyê hatibûne amadekirin.
Her weha di vîdeoyê de malbata wê keçê daxwaz ji fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk dike ku keçkê vegerîne mala wê.
Navê keça hatî revandin “Rewşen Mistefa Birahîm”e û 17 salî ye. Rewşen ji gundê Kobarlikêyê gundê Kobaniyêye.
Li gorî vîdeoyê, bavê Rewşenê diyar dike ku xuşka Rewşenê jî beriya 10 salan hatiye revandin û ji wê rojê heta niha ti agahî li ser wê tune ye.
Hevdem ligel danûstandinên di navbera Encûmena Niştmanîya Kurdî û Partiya Yekîtiya Demokratîk de, rêjeya revandina zarokan ji aliyê çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” ve li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de zêdetir bûye.
Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê di sala 2019 de ligel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekbûyî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.
Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.