Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî diçe Îmaratê û bi serokê wî welatî re dicive.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 07.04.2025) bi serdaneke fermî digehe Ebûzebiyê û bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan re dicive.
Li dû wê ragehandinê, her du serok li ser têkeliyên Îmaratê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û dawî pêşhatên deverê û çend pirsên ji bo her du aliyan giring danûstandinan dikin.
Ev serdan bi destpêkirina gera 14ê ya Lûtkeya Ebûzebî ya Weberhênanê re hevdem e, ku şandeke weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê dibe.
Dawî serdana fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê li dawiya Gulana sala borî bû. Di civîna par a navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê de li Ebûzebiyê, danûstandin li ser çend pirsan hatibûn kirin.
Têkeliyên diplomasî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di astekî bilind de ne û berpirsên Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak serdanên fermî ji bo îmaratê dikin.