Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” çendîn zarok li Rojavayê Kurdistanê revandine û bi zorê ji malbatên wan qut kirine.
Demeke revandina zarokan bi rêya wê rêxistinê ve û leşkerkirina wan bi taybet di meha Adara 2025 zêde bûye, tevî ku danûstandina di navbera HSD û Desthilatda Nû ya Şamê bo çûna rêzên artêşa Sûriyê heye.
Dayîka yek ji wan zarokan a bi navê Henan Ebdulreman Ebdî ya temen 17 sal, di vîdeoyekî de dibêje: PKKê keça me li bajarê Kobanê revandiye ku diçe dibistana seretayî.
Herwiha dibêje: Em şêniyên bajarê Efrînê ne, awareyên bajarê Kobanê ne û ji ber şer reviyane, em dixwazin Mezlûm Ebdî zarokên me bo me vegerîne, yan na, dê xwe bişewitînim.
Rêxistina Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê di revandina zarokan û leşkerkirina wan de berdewame, tevî ku Rêberê giştî yê wê partiyê Ebdulah Ocalan daxwaz kiriye ku PKKe xwe hilweşîne û çek dayne.
Beriya niha bi 2 rojan jî bavê 2 keçên revandî yê kurd li Qamişloyê videoyek belav kiribû û gefa wê dixwe ku eger herdu keçên wî ji wî re venegerînin, ewê xwe bişewitîne.
Di sala 2015 hemwelatiyekî kurd ê binavê Feysel Mistefa, piştî ku rê jê re nehatibû dayîn ku keça xwe li Yekîneyên Parastina Jinên ser bi PKKê ve bivîne, ku bêy pirsa bavê wê hatibû çekdar kirin, xwe şewitand û jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Ciwanên Şoreşger a PKKê heta niha bi dehan zarok revandiye û ew bi zorê çekdar kirine.