Erdogan pêşwaziya şanda Dem Partiyê dike

Erdogan pêşwaziya şanda Dem Partiyê dike

Biryar e Serokê AK Partiyê îro bi desteya kargêrî ya partiya xwe re bicive û danûstandinan li ser hin mijarên giring bike, herwesa biryar e pêşwaziya şanda Dem Partiyê jî bike.

Malpera Yeni Şafakê parve kiriye ku, biryar e Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan piştî nîvroya îro Duşemê 07.04.2025, bi desteya kargêrî ya partiya xwe re bicive.

Biryar e di wê civînê de behsa wan nerazîbûnan tê kirin ên ku piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu dest pê kirine.

Herwesa behsa banga CHPê li ser boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyî û danûstandinên pilankirî bi Dem Partiyê re tê kirin û danûstandin dê li ser abor, siyaseta derve û karên perlemanê jî bên kirin.

Yeni Şafakê herwesa got, “Yek ji tewerên diyar ên wê civînê dê bizavên hikûmetê ji bo armanca Tirkiyeyeke bê teror be.” Her di wê çarçoveyê de jî, biryar e di çend rojên bê de ji aliyê Erdogan ve pêşwaziya şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê bê kirin.

Hûrgiliyên wê civînê û ihtîmala bandorên wê yên siyasî bi endamên serkirdetiyê re dikevin ber behskirinê.

Herwesa ew stratejiya nû, ku di wê piroseyê de tê peyrewkirin, tê diyarkirin û tê çaverêkirin ku Erdogan bi desteya kargêrî ya partiya xwe re helsengandineke tevalî li ser wan mijaran bike.

Pustên heman beş