Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkerebû yên ku du mehan berê li çiyayê Gare ketbûn ber êrîşan û rêxistinê mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên 6 û 8 Nîsana 2025ê nasnameya 3 çekdarên xwe du jê jin aşkerekir ku li meha Sibata îsal 2025ê li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Binefş Selamî ji Rihayê.
Evîn Xald ji Colemêrgê.
Xelîl Reşîd ji Efrînê.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî ev du mehin veşartî hiştiye û îro paş derbasbûna 60 rojan ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.