Revandina zarokan ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve tawan e

zaroka-revandi-pkk-rojava-info

5 sazî û rêxistinên mafên mirovan revandina zarokan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve şermezar dikin û daxwaz ji HSDê jî dikin, rê li ber vê tawanê bigire.

Tora Kurdî bo Mafên Mirovan, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Rêxistina Berevanîkirina li Girtiyên Rayê (Rewangeh), Konîteya Kurdî bo Mafên Mirovan li Sûriyê (Rasid) û Rêxistina Kurdî bo Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD) daxuyaniyeke hevbeş derbarê revandina zarokan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, tevî ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di 29ê Hezîrana 2019an de peymanek bi Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya ji bo Zarok û Pevçûnên Çekdarî Virginia Gamba re îmze kir, ji bo rê li ber biçekkirina zarokan bigire, lê hîn jî ev “tawan” berdewam e.

Li gorî wan rêxistinan, ew zarok ji bo çekdarkirinê têne revandin ku ew sûdê ji rewşa darayî ya xirab ya malbatan û pirsgirêkên malbatî werdigire.

Ew sazî û rêxistinên mafên mirovan dibêjin, revandina zarokan ji bo biçekkirina wan, binpêkirina yasa û belgenameyên navdewletî û mafên zarokan e û wek “tawan” dîtin. 

Wan her 5 sazî û rêxistinan daxwaza vegerandina zarokan di zûtirîn dem de kir. Herwiha daxwaza şermezarkirina vî karî û sizadana aliyên berpirs di ber revandina zarokan û biçekkirina wan de kir.

Pustên heman beş