Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amajeyê dide ku, wan bawerî bi Îraqê heye ka çawa rûbirûyî DAIŞê bûye, her bi wî awayî bi temamî rûbirûyî PKKê jî bibe.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Sêşem, 08.04.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de ragehand ku, ew pêşbînî dikin û bawerî bi Îraqê heye ka çawa rûbirûyî DAIŞê bûye, her bi wî awayî bi temamî rûbirûyî PKKê jî bibe.
Hakan Fîdan tekez jî kir, “Peywendiyên navbera Enqere û Bexdayê gelek giring in û gelek rehendên giring vedigirin, ku Enqere nikare destan jê berde.”
Navbirî herwesa got, “PKK rêkxistineke teroristî ye û pareke axa Îraqê, yanî axa Kurd û Erebên wî welatî û berî hemiyan jî Şingal, dagir kiriye û divê Hikûmeta Îraqê rêkaran li beranberî wê bi cih bîne.”