Nasnameya qurbaniyekî din yê destê PKKê aşkere bû ku rêxistinê ji boy dozeke ti pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune, bi destê Tirkan da ye kuştin û mirina wî veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 9 Nîsana 2025ê nasnameya çekdarekî xwe aşkere kir ku li 15 Sibata îsalê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ye kuştin û paş derbasbûna nêzî du mehan ji nû ve mirina wî îlan kir.
Ev çekdarê PKKê ku hêjan di temena zaroktiyê de bi navê Mihemed Hemîde û ew ji Efrînê ye, rêxistinê berê wî ji boy dozekê da mirinê ku ti pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune.
PKKê ev zarokê Efrînê ji boy Biratîya Gelan û demokratîkkirina Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê feda kir û îro hatiye bi rûqaymî ve dibêje fedayê Apo be!.