Di rapirsiyekê de ku li Bakurê Kurdistanê hatiye encam dayîn, aşkere bû ku tenê ji sedî 42 bi bawerin ku banga Ocalan wê aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêkbîne, nêzî sedî 20an jî gotine: Em her naveroka bangê nizanin çî ye.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê di navbera 22-26ê Adara 2025an de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya nû ya çareseriyê û tevgera hilbijêran lêkolînek kir.
Lêkolîna qadê ya ku li 16 bajaran, di nav de Amed, Riha, Dîlok, Wan, Mêrdîn, Batman, Qers, Îdir, Mûş û Bedlîs pêk hat, bi hezar û 509 kesan re li malên wan rû bi rû hat kirin.
Li gorî ji sedî 62,3yê beşdaran, pirsgirêka yekem a sereke ya Tirkiyeyê “qeyrana aborî û bêkarî” ye, ji sedî 23,7ê beşdaran jî “pirsgirêka Kurdan” û ji sedî 6,7yê wan jî “rewşa pevçûn û tundiyê” ya herî girîng destnîşan kirine.
Di lêkolîna qadê de ji beşdaran hat pirsîn bê ew banga ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê li rêxistinê kiriye da ku çekan deyne çawa dinirxînin.
Li gorî bersivên vê pirsê, ji sedî 54,6ê beşdaran pêvajo “erênî” dîtine, lê yên ku “neyînî” dibînin bi giştî ji sedî 14,7 ne. Ji sedî 18ê wan jî gotine “ez naveroka nameyê nizanim.”
Ji bo pirsa “Hûn bawer in ku banga Ocalan dê aştiyê li Tirkiyeyê pêk bîne?” ji sedî 42,5ê beşdaran gotiye erê, ji sedî 21,9ê wan gotiye na, ji sedî 18ê wan gotiye qismen, û ji sedî 17ê wan jî gotine “Ez naveroka bangê nizanim”.
Ji bo pirsa “Gelo bangî ku Ocalan kiriye dê pirsgirêka Kurda çareser bike?” ji sedî 41,8ê beşdaran gotiye “erê”, ji sedî 21,8ê wan gotiye “na”, ji sedî 18,7ê wan gotiye “qismen”, û ji sedî 17,7ê wan jî gotine “Ez naveroka bangê nizanim”.
Ji bo pirsa vekirî ya “Ji bo serkeftina hewldanên li pey aştiya civakî, bi dîtina we divê bi pêşaniya yekem çi were kirin?” ji sedî 35,1ê beşdaran gotine “divê efû derkeve”, ji sedî 26,9ê wan gotine “divê pevçûn û operasyon rawestin”, ji sedî 20,6ê wan jî gotine “divê siyasetmedar dev ji zimanê kutuplaştirker berdin”.
Di lêkolînê de ji beşdaran hat pirsîn ku ew operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çawa dinirxînin. Ji sedî 60ê beşdaran got ku operasyonê “neyînî” dinirxînin, lê ji sedî 11,2ê wan got ku “erênî” dibînin.