DEM Partî: Hevdîtina bi Erdogan re gelekî erênî bû

Dem Parti-Erdogan-Hevditin-net

DEM Partiyê diyar kir ku hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re gelekî erênî bû.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû. 

DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyanî da û got:

“Hevdîtina me ya bi serokkomarê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û şandeya wî re, di atmosfereke gelekî erênî, bihêzker, berhemdar û hêvîdayî ya ji bo paşerojê de pêk hat.

Girîngiya xala ku di pêvajoyê de hatiye gihîştin hat teyîdkirin û bi hevdû re qonaxên paşerojê hatin nirxandin.

Hat îfadekirin ku demeke bêyî tundî û pevçûn ku qada demokratîk û siyasî dê tê de bihêz bibe, ji bo welatê me, hemwelatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jîyanî ye.

Heyeta a me û partiya me dê di pêvajoya pêşiya me de bi îradeyek xurttir û hessasiyetê karên xwe yên ji bo bicihkirina Bangaşiya Aştî û Civaka Demokratîk bidomîne.

Em bi serbilindî pêşkêşî hemû welatê xwe dikin ku li gorî xala ku îro hatiye gihîştin, em ji duhî hêvîdartir in.

Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku heta îro bi pêşniyarên xwe, hişyariyên xwe û rexneyên xwe hêz dane pêvajoyê.”

Hevdîtinê Heyeta DEM Partiyê û Erdogan saetek û 25 deqeyan berdewam kiribû.  

Serokê Îstîxbarata Neteweyî ya (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê AK Partiyê Afkan Ala jî tevlî civînê bûn.  

Piştî 13 salan Recep Tayyîp Erdogan cara yekem bi awayekî rasterast bi nûnerên DEM Partiyê re civiyabû.

Pustên heman beş