Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro roja Şemî 12.04.2025, gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Herwesa Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî re got, “Serdana Serokwezîr Sûdanî ji bo Hewlêrê di çarçoveya pirinsîpa peywendî û danûstandinên li ser pirsên giring ên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ye, û hikûmet dixwaze vê pirsê bi tevaya aliyên siyasî yên ku tevlî piroseya siyasî bûne re biparêze.”

Ewadî di derheqa tewerê civînên Serokwezîrê Îraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re got, “Sûdanî gengeşe û şêwrê dike, ku ji pêdaçûna pirsên hevpar li jêr ronahiya pêşhatên navxweyî û derveyî pêk tê.”

Ji hingê ve ku Sûdanî bûye Serokwezîrê Îraqê, çar caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, cara dawiyê jî li roja 13.11.2024ê bû. Sûdanî wê demê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê di wê civînê de behsa arêşeya mûçeyên Herêmên Kurdistanê kir û tekez li ser pêdivîtiya dûrxistina pirsa xerckirina mûçeyan ji her nakokiyeke siyasî kir, herwesa danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê jî kirin.

Pustên heman beş