Grûpa bi navê ‘’Ciwanên Şoreşger’’ a ser bi PKKê li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê zarokekî temen 13 salî, bi armanca bikin çekdarê xwe ji bo Qendîlê revandin.
Dayîka Ehmed Mehmûd Bozan a bi navê Ruken Mamo, ku kurê wê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin û dibêje: Kurê min dema ku xwestiye vegere bo malê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin. Soz dan min piştî temamkirina dewreyekî dê kurê min vegerînin, lê soza xwe bicîh neanîn.
Herwiha got, nameyek ji bo min hat ku kurê min şandine Qendîlê, lê kurê min zaroke û şiyana wî ya helgirtina çek tine.
Dayîka bi navê Ruken Mamo got: Bangewaziya min ji bo fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ye ku bê ser xetê û kurê min vegerîne.
Di demên borî de gelek kes hatin revandin û di çend rojên borî de jî keçeke din a li Rojavayê Kurdistanê revandin ku takane bû û piştre bavê wê peyamekî vîdeoyî belav kir û got eger keça wê azad nekin, dê agir berde bedena xwe.
Herwiha çekdarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê gelek endamên ENKS û çalakvan û rojnamevanên kurd ji bo cihên nediyar revandine û heta niha çarenivîsa wan nediyare.