Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê piroseya nû ya aştiyê wekî piroseyeke “giring û dîrokî” dihesibînin û tekezê li ser biserxistina wê dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî nîvroya îro (Şemî, 12.04.2025) di çarçoveya karnameya xwe de li Korbenda Diplomasî ya Antalyayê bi Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje daye, “Di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û alîkariyên hevpar ji bo parastina tenahî û seqamgiriyê li deverê hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Îraqê û pêşhatên deverê bi awayekî giştî li hev guhertin.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Her du aliyan piroseya aştiyê li Tirkiyeyê giring û dîrokî hesiband û tekez li ser giringiya karkirinê ji bo biserxistina wê piroseyê kir, herwesa her du alî li ser giringiya berdewamkirina karê pêkve û hevahengiyên navbera welatên deverê, ji bo parastina tenahî û seqamgiriyê û dûrxistina deverê ji zêdetir arêşe û aloziyan hevnerîn bûn.”
Di tewerekî din ê wê civînê de jî, çend pirsên din ên ji bo her du aliyan giring hatin behskirin.