Rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Dem Partiyê nîgerane û di wê baweriyê deye ku weke pêwîst siyasetê nake heya ku bikare girseya xwe zêde bike.
Biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan ji bo cejna remezanê çû seredana wî, di wê seredanê de behsa Dem Partiyê ligel Ocalan kiriye, Ocalan ji wî re gotiye, dem partî ji aliyê girseyî ve çawa ye û siyaseta vê partiyê ji aliyê xelkê ve çawa tê nirxandin?
Weke ku Omer Ocalan ji kanaleke telefizyonî re bas dike, wî ji Ocalan re gotiye: “rewşa Dem Partiyê pir başe, li gor rapirsînên hatine kirin, dengên Demê digihin 13%.”
Ocalan ji ber vê bersivê gelekî nîgeran bûye, Ocalan gotiye çawa dibe dengên demê %13 bin? Divê niha %20 bûya, xuyaye weke pêwîst siyasetê nake.
Omer Ocalan her weha got: “Ocalan ji min re gotiye, siyaset xebitîne ne wek axavtina zêde, dema ez zarok bûm, hetta li mizgeftê jî grûpa min hebû, li dibistanê jî min xwe bi rêxistin kiribû û grûpa min hebû. Dem partiyê weke pêwîst xwe bi rêxistin nekiriye û divê ji vî alî ve kar bike.”