HPGe: Di 5 rojan de dewleta Tirk 1026 êrîş li dijî me encam da ne

HPG-Amar-Nisan-12-Net

Rêxistina PKKê diyar kir ku her çend wan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê agirbesteke yekalî ragihandiye jî, lê artêşa Tirkiyeyê di 5 rojan de hezar û 26 caran baregehên wan li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

 HPGê, baskê leşkerî yê PKKyê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

HPGê di daxuyaniya xwe de ragihand ku tevî pabendbûna wan a agirbesta ku zêdetirî mehekê ye wan ragihandiye, hêzên artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe berdewam dikin.

HPGê diyar kir ku di rojên 7-12ê Nîsana 2025an de artêşa Tirkiyeyê bi dron, balafirên şer, hawan û topavêjan hezar û 26 caran baregehên wan li navçeyên cuda yên Zap, Gare, Metîn, Şêladizê, Kanî Masê, Avaşîn û Amêdiyê bombebaran û topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniya HPGê di encamê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.

HPGê her wiha got ku tevî ragihandina agibestê jî di rojên 9, 10 û 12ê mehê de li navçeyên Şêladizê, Zab û Metîn neçar mane bersiva sê êrişên rasterast bidin.

Li aliyê din, Şêwirmendê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk, 10ê Nîsana 2025an, di konferanseke rojnamegeriyê ya heftane de ragihand, di hefteyekê de, di encama êrişên artêşa welatê wî yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, 6 gerîla û 12 şervanan jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş