Îraq û Tirkiye: Divê PKKe çekan deyne û xwe fesix bike

Iraq-Turkey-pkk-Net

Îraq û Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke hevpar got, “Divê banga Abdullah Ocalan were bicihanîn û PKK çekan deyne û xwe fesix bike.”

“Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind a Îraq û Tirkiyeyê” civîna xwe ya pêncemîn li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê kir.

Di encama civînê de daxuyaniyeke hevpar a nivîskî hat belavkirin.

Di wê daxuyaniyê de qala “banga Ocalan, PKK û kampên Hol û Rojê” jî hat kirin û hat xwestin ku banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwefesixkirinê were bicihanîn.

Hinek xalên girîng ên daxuyaniya hevpar a civîna pêncemîn a Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind a Îraq û Tirkiyeyê ev in:

  • Divê banga Abdullah Ocalan were bicihanîn û PKK çekan deyne û were fesixkirin

  • Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kampa Holê û Kampa Rojê û kampên din ên li Sûriyeyê komîteyeke hevpar were avakirin

  • Divê Navenda Operasyonên Hevpar a têkildarî “Mekanîzmaya Pêncalî” were damezirandin

Pustên heman beş