Li Kobaniyê zarokek winda bû û malbata wî “Ciwanên Şoreşger” bi revandina wî tohmetbar dikin

Li Kobaniyê zarokek winda bû û malbata wî “Ciwanên Şoreşger” bi revandina wî tohmetbar dikin

Çavkaniyên xwecihî li bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê windabûna Ehmed Mihemed Bozan eşkere kir, Ehmed ji dayikbûyê 6ê Gulana 2011ê ye, malbata vî zarokî jî tevgera “Ciwanên Şoreşger” bi revandina wî tohmetbar dikin.

Li gor gotina dayika zarokê revandî Rokan Mamo, Ehmed berî çend hefteya weke her carê ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê yên malbatê derketibû ser kar, lê careke din venegeriya û hemû nûçeyên wî ji nişka ve winda bûn. Rokan wiha dibêje: “me ew jî wek gelek zarokên bajêr şand ser kar, ji ber ku wî hez dikir ku di mesrefên malê de alîkariya me bike, lê piştî demekê ew winda bû, û me nizanibû ew çû ku derê.”

Piştî lêgerîna bi rojan, malbat ji aliyê hin kesan ve hat agahdarkirin ku Ehmed xwe li dewreyeke girtî ya girêdayî Ciwanên Şoreşger tomar kiriye û dê piştre vegere, lê heta dema nivîsandina vê raportê Ehmed ne vegeriyaye û malbatê jî ti piştrastiyeke fermî derbarê cihê mayîn û rewşa wî wernegirtiye.

Dayika zarokê anî ziman ku malbatê nameyeke nivîskî ji Ehmed girtiye û wiha gotiye:

“Ez tevlî Ciwanên Şoreşger bûme, xema min nekin, ez bûm kadro û diçim Qendîlê.”

Wê peyamê dilgiraniya malbatê zêde kir, ji ber ku wan tekez kir ku Ehmed hîn zaroke û ne hiş û ne jî şiyana wê yekê heye ku biryarên bi vî rengî bide. Malbatê diyar kir ku der barê aqûbeta kurê xwe de ti agahî negirtine.

Pustên heman beş