Serok Barzanî di salvegera Enfalê de dibêje, “Baştirîn wefa ji bo şehîdên Enfalê ew e ku em tev ji bo xizmetkirin û parastina welatê xwe yekdeng bin û pêkve paşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin.”
Serok Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) peyamek ji bo salvegera 37ê ya Enfalê parve kir û amaje da, “Divê dewleta Îraqê qerebûya Enfal û wê jenosîdê bike ya ku li dijî gelê me kiriye, herwesa divê rêyê li hemî nerîn û siyaset û kiryarên şovînî yên li dijî xelkê Kurdistanê jî bigire.”
Peyama Serok Barzanî di salvegera 37ê ya Enfalê de:
Piroseya Enfalê pareke wan stem û tawanan bû yên ku li sedsala borî ji aliyê rijêma berê ya Îraqê ve li dijî gelê me hatin kirin. di encamê wê piroseya nemirovane de ku bi çend qonaxan hemî deverên Kurdistanê vegirtin, 180 hezar welatiyên bêtawan ên Kurdistanê hatin windakirin û şehîdkirin. Tevî wê yekê jî kîmyabarankirin û siyaseta erebîkirinê û veguhastin û têkdana jêrxaneya aborî ya Kurdistanê û wêrankirina bi hezaran gundan pareke din a wan tawanan bû yên ku di sedsala borî de ji aliyê rijêma Îraqê ve li dijî gelê me hatin kirin.
Tawanbar çûn di gilêşdanka dîrokê de, lê hêşta birîn û şûnwarên wê jenosîd û zilmê mane û nehatine çarekirin. Divê dewleta Îraqê qerebûya Enfalê û wê jenosîdê bike ya ku li dijî gelê me kiriye, herwesa divê rêyê li hemî nerîn û siyaset û kiryarên şovînî yên li dijî xelkê Kurdistanê jî bigire. Di 37 saliya bîranîna xembar a Enfalê de, baştirîn wefa ji bo şehîdên Enfalê ew e ku em tev ji bo xizmetkirin û parastina welatê xwe yekdeng bin û pêkve paşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin.
Serfirazî ji bo malbat û kesûkarên şehîd û Enfalkiriyan, bi hezaran silav li canê pakij ê şehîdên Enfalê û hemî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
14ê Nîsana 2025ê