Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebce pesend kir

Helebce-19

Parlamentoya Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebce pesend kir û ew bajarê herêma Kurdistanê bû 19mîn parêzgeha Îraqê.

Parlamentoya Îraqê îro roja duşemî 14 Nîsana 2025ê derbarê yasaya biparêzgehbûna Helebce civiya û deng li ser wê yasayê da.

Rûniştina parlamentoyê bi beşdariya 178 parlamenteran bû.

Bi pesendkirina vê yasayê, ev bajarê herêma Kurdistanê bû 19mîn parêzgeha Îraqê.

Pustên heman beş