PKKê bi hezaran cwanên Kurdan bêy armanc feda kirine

PKK-3-Zap-sibat-2025-Info

Nasnameya 3 çekdarên din yên PKKê aşkerebû yên ku du mehan berê li devera Zapê ketbûn ber êrîşan û rêxistinê mirna wan veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh 13 Nîsana 2025ê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku li meha Sibata îsal 2025ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê ketine  ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Ebdulrehîm Kazim ji Şirnexê.

Bedrî Ebdulezîz ji Sêrtê.

Nûrî Mistefa ji Helebê.

PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî ev du mehin veşartî hiştiye û îro paş derbasbûna 60 rojan ji nû ve hatiye û dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.

Pustên heman beş