Mesrûr Barzanî: Ji bo me ya girîng yekîtî û hevgirtina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî: Ji bo me ya girîng yekîtî û hevgirtina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsanê di çarçoveya guftûgoyeke taybet di 9emîn Dîdara Silêmaniyê de derbarê çarenivîsa kurdên Rojavayê Kurdistanê de got: “Xwişk û birayên me yên li Sûriyeyê dikarin ji ezmûna Herêma Kurdistanê sûd werbigirin, ku ezmûnek dewlemend e. Me gelek xweşî û nexweşî dît. Ew dikarin ji kirinên me yên baş sûd werbigirin û şaşiyên me dubare nekin, bi nêrîna min, şîreta herî baş e ji bo bira û xwişkên me yên li Sûriyeyê. Ji bo me ya girîng yekîtî û hevgirtina wan e. Her ku kurdên Sûriyeyê bêtir yekgirtî bin, ew qas bêtir dikarin mafên xwe yên rewa biparêzin. Ji bo gihîştina rêkeftinekê bi rayedarên Şamê re ku hemû mafên ku ew dixwazin bidest bixin.”

Wekî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotiye: “Sûriye welatekî pirneteweyî ye, ji hêla erdnîgarî û etnîkî ve gelek cudahî hene. Ji aliyekî ve, li deverên Kurdistanî gelek Kurd hene. Aliyên din ên li bakur-rojavayê Sûriyeyê, nêzîkî Tirkiyeyê û hevalbendên wê ne. Li deverên beravê yên Deryaya Sipî Elewî û li başûrê Sûriyeyê jî Durzî hene. Heta pêkhateya eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê jî, hemû ne di heman nêrînê de ne.”

Pustên heman beş