Asayişê 27 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê girtin

Asayişê 27 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di operasyonê de 27 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê girtin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 19ê Nîsanê belav kir, hêzên asayîşê bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û HSDê, li kampa Holê ya li başûrê Hesekê ji bo lêgerîna çekdarên şaneyên rêxistinê, operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Diyar kir jî, di operasyonê de 27 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin.

Ev yek di çarçoveya hewlên jinavbirina şanên razayî yên DAIŞê û sînordarkirina çalakiya wê di nava kampê de tê, ku ew yek ji xalên ewlekarî yên herî metirsîdar li herêmê tê hejmartin.

Ev operasyon piştî çend caran gefên ewlehî û bûyerên di nava kampê de pêk hat, ku asayişê dest bi lêgerînên berfireh li hundirê konan kirin.

Pustên heman beş