Rêveberiya Xweser nirxê mazotê careke din bilind kir û ji her lîtrek ji 4 hezar lîre kir 6200 lîreyên Sûrî.
Li gor agahiyên ji Rojava Kurdistanê, Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser bê biriyareke fermî nirxê mazotê ji 4 hezar lîre kiriye 6200 lîreyên Sûrî, ku ev yekê jî nerazîbûn di nava xelkê de çêkiriye.
Komîteya Sotemeniyê heta niha ti ronîkirinek derbarê bilindkirina nirxê mazotê belav nekiriye.
Pêştir Rêveberiya Xweser bilindkirina nirxê sotemeniyê, li bilindbûna nirxê Dolar vedigerand, lê ji dema ketina Esed ve nirxê Dolar li beramberî lîreya Sûrî cihê xwe girtiye, ku yek Dolar li beramberî 11 heta 12 hezar lîreyên Sûrî ye.