Hevseroka Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, sîstemê navendî li Sûriyeyê nema tê qebûlkirin, divê sîstemê Sûriyê nenavendî be.
Îlham Ehmed di hevdîtinekî de bi K24ê re ku dê îşev li dermjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê were weşandin got, sîstemê navendî li Sûriyeyê nema tê qebûlkirin, divê sîstemê Sûriyeyê nenavendî be û hemû pêkhateyan li xwe bigire.
Amaje bi wê jî kir, eger sîstemê navendî hate sepandin, ev yek dê rê li ber nakokî û şerên nû veke.
Pêştir jî Îlham Ehmed di çarçoveya paneleke Dîdara Silêmaniyê de jî got: “Sîstemê navendiyê di dîrokê û rewşên siyasî yên destnîşakirî de derketin û bi xwe re kirîz anîn, lewma em dibînin ku sistema navendî ya tund, doz û pirsgirêkan çareser nake, berûvajî wê kûrtir dike, lewma em dibînin ku nabe Sûriye vegere beriya sala 2011 û divê nenavendî be û mafê pêkhateyan hemûyan tê de parastî be.”
Herwiha got jî: “Helbet ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke gelek giring e di dîroka Kurd de. Em ezmûna Herêma Kurdistanê dibînin ku di rewşeke ciyosiyasî ya destnîşankirî de çêbû ku Iraq kire dewleteke federal. Herêma Kurdistanê herêmeke kurdî ye li cografyaya Iraqê. Lê li Sûriyeyê rewş cuda ye, rewşa ciyosiyasî cuda ye, pêkhateya civakî cuda ye û divê ev hemû li ber çavan were wergirtin.”