Tirkiye ji 25 hezar mamosteyan tenê 6 mamosteyê kurdî dike daîmî

Tirkiye ji 25 hezar mamosteyan tenê 6 mamosteyê kurdî dike daîmî

Hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye ku 25 hezar mamosteyên bi peyman bike daîmî, ku ji wan tenê 6 ​​mamosteyên zimanê kurdî ne.

Hefteya borî, piştî civîna heftane ya kabîneyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew ê 25 hezar mamosteyên bi peyman bi awayekî daîmî damezirînin.

Wezareta Perwerdehiyê di daxuyaniyekê de got, 25 hezar mamosteyên bi peyman dê bibin daîmî, li gorî daxuyaniyê, tenê 6 ​​mamoste dê ji bo zimanê Kurdî, ji wan pênc mamoste ji bo zaravayê Kurmancî û mamosteyek jî ji bo zaravayê Zazakî werin girtin.

Wezareta Perwerdehiyê da zanîn, mamoste divê ji 21ê Nîsanê heta 5ê Gulana 2025an formeke qeydkirina elektronîkî tijî bikin û dê di meha Gulanê de ezmûn ji wan re werin kirin.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, ji sala 2012an ve 159 mamosteyên zimanê Kurdî ji bo hînkirina Kurmancî û Zazakî hatine girtin.

Ji sala 2012an vir ve, zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, wekî waneya bijarte tê hînkirin.

Pustên heman beş