Parêzgerê Kerkûkê yê berê bi tometa gendeliyê hat desteserkirin

Rakan al Jahish-Net

Parêzgerê Kerkûkê yê berê li bajarê Bexdayê bi tometa gendeliyê hat desteserkirin.

Berdevkê Hevpeymaniya Ezimê li Kerkûkê Ezaim Hemdanî ji Peyamnêrê K24ê Soran Kameran re ragehand, “Parêzgerê Kerkûkê yê berê Rakan Seîd Cibûrî hatiye desteserkirin, lê em nizanin tometa wî çi ye.”

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, Parêzgerê Kerkûkê yê berê bi tometa dozeke gendeliyê li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê hatiye desteserkirin, ku peywendî bi alîkariyên malbatên awareyên şerê DAIŞê ve heye.

Li dû zanyaran, Rakan Cibûrî li dû madeya 340ê hatiye desteserkirin û bi fermana dadwerî hatiye girtin heta yekalîkirina doza wî.

Rakan Cibûrî piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê bû parêzgerê Kerkûkê yê sepandî û heta roja 11.08.2024ê li ser postê xwe berdewam bû. Paştir Rêbwar Taha li cihê wî hat danan.

Pustên heman beş