Bahçeli: Baştirîn hilbijartin bo PKKê lidarxistina kongireyê û danana çekî ye

Bahceli-PKK-cekdanin-info

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) tekezê li ser wê yekê dike ku divê PKK çekî dane, bersiva Serokê Giştî yê CHPê jî dide û dibêje, “Ron nîne ka şerî li dijî kê radigehîne.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli îro (Sêşem, 22.04.2025) peyamek parve kiriye û tê de ragehandiye, “Guncayîtirîn hilbijartin ew e ku PKK kongireyê li dar bixe û li dû banga 27ê Şibatê ya Îmraliyê hilweşandina rêkxistinî temam bike û çekên xwe jî bide destê Komara Tirkiyeyê. Destberdana ji çekên xwînawî û neqanûnî ji bo nirxên mirovî wefa ye û nabe ev kar zêdetir vekêşe.”

Bahçeli di derheqa daxuyaniya Serokê CHPê Ozgur Ozel de jî, ku dibêje “ez şerî radigehînim”, got, “Lojîkeke siqet e, kurtbîn û heta şermezarî ye jî. Ron nîne ka şerî li beranberî kê radigehîne û bi kê re şerî dike, çima şerî dike?”

Şanda Îmraliyê duhî (Duşem, 21.04.2025) ji bo cara çarê serdana Ocalan kir û endama wê şandê Perwîn Buldan di konferanseke rojnamevanî de got, “Ocalan di derheqa piroseya aştiyê de ragehand: karûbar berdewam in.”

Pustên heman beş