Kurê Salih Muslim ji ber bazirganiya madeyên Hişber hat girtin

Salih Muslim-captagon drugs-info

Kurê Salih Muslim hevserokê berê yê Partiya Yekêtya Demokratîk PYDê bi sedema ticareta hebên “Captagon” li ser rîya nêvbera Reqqa û Kobanîyê de hat girtin.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Rojava Kurdistanê hîn bû ku kurê Salih Muslim yê bi navê “Amed” bi du rêhevalên xwe re li yêk ji xalên pişkinînê yên li ser rêya nîvbera Reqqa û Kobanîyê de hat girtin, piştî aşkere bûy ku qebareyekî mezin yê hebên “Captagon” di erebeya wan de bûn.

Li gorî agahiyên destê me, Amed Salih Muslim û rêhevalên wî yên bi navê Mihemed Xelîl û Ehmed Hîto li şeva 25 ser 26 Adara 2025ê ji bajarê Reqqe ber bi Kobanîyê bi rê ketin, wan qebareyekî mezin yê hebên “Captagon” xistbûn di nava tayra spêr ya erebeya xwe de.

Piştre li xala pişkinînê ya Asayîşa PYDê ya li Başûrê Kobanîyê hatin girtin û bo bingeha Asayîşê ya Kobanîyê hatin veguhestin.

Çavkaniyên me aşkere kirin, Amedê kurê hevserokê berê yê PYDê berê jî çendîn caran li ser ticareta hişberê hatiye desteser kirin, lêbelê bi sedema pêgeha bavê wî ew serbest dihat berdan.

Maddeyê Hişber yêk ji çavkaniyên sereke yên destxistna pereyên PKKê û baskên wê ye, li gorî raporên Yektiya Ewropayê, PKKe salane qasî 3 milyar dolar pere ji ticaretê hişberê destêxe.

Pustên heman beş