Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a 15 salî revand

Rêxistina çeteyan a bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) keçeke temen biçûka ji gundewarên Kobanê revand.
Li gorî çavkaniyên herêmî rêxistina “Ciwanên Şoreşger” Farah Mihemed Ebdo ya 15 salî ji gundê Kalt Qarî Begê gundewarên Kobanê revandiye. Rêxistinê ew bir kampên PYD’ê yên leşkerkirina zarokan ku li çend deverên Rojava Kurdistanê belav bûne.
Dayika Farah di vîdyoyekê de bang li Fermandariya HSD’ê û rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û keça wê ya ku di van şert û mercên zehmet de debara malbata xwe dikir, vegerînin mala wê.
Dayika Farah bi dilgiraniya xwe anî ziman ku tevî şert û mercên jiyana wan a dijwar, wan xanî li Kobanê kirê kiribûn da ku Farah bikaribe xwendina xwe bidomîne, lê matmayî man dema ku ev biryar bi revandina keça wan a biçûk veguherî karesatekê.