Di vê pêvajoya destjêberdana çekand û kongreya fesihkirina PKKê de rojane nirxandinên cuda têne kirin. Di vê derbarê de ji rojnemeya Serbestiyetê rojnemevan Yildirim Ogur dibêje: “Kongreya fesihkirinê ya PKK’ê îhtîmal e dawiya vê hefteyê bê lidarxistin. Îhtîmala herî xurt 27’ê Nîsanê roja Yekşemê kongre dicive, kongre ne li Qendilê lê li Silêmaniyê li deverek ne hatî eşkerekirin dicive. Pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ a ku bi banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 22’ê Cotmeha 2024’an de dest pê kir, bi awayek plankirî berdewam dike.”
Ogur dibêje: ”Em çawa vê yekê dizanin? Ji ber ku Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku ew di dawiya meha Nîsanê de li hêviya nûçeyên baş in.Hevserokê DEM’ê Bakirhan jî got, “Sêşema bê em ê rojeveke din bibînin. Kongreya Tesfiyekirina PKK’ê dibe ku dawiya vê hefteyê were lidarxistin.
Îhtîmala herî xurt roja Yekşemê, 27ê Avrêlê ye.
Dibe ku ne di şikeftên Qendîlê de, li taxeke niştecihbûnê ya Silêmaniyê bê lidarxistin.
Û ji ber sedemên ewlehiyê em ê tu carî daxuyaniya roja kongreyê nebihîsin.
Em ê nûçeyên ku kongre tê lidarxistin sehbikin.
Xuya ye ku di pêvajoya çareseriyê de tişt baş dibin. ”