Çeteyên PKK’ê keçeke din li taxa Şêx Meqsûd revand

Çeteyên PKK’ê keçeke din li taxa Şêx Meqsûd revand

Rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) keçeke din a temen biçûk ji taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi armanca tevlîkirina wê di nava refên partiyê de revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger”, Ferîde Xelîl Mihemed a 16 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê, bêyî agahdarî û razîbûna malbata wê, revandiye û ber bi kampên leşkerkirina zarokan yên PYD’ê ve biriye.

Di vîdeoyekê de jî dayika zaroka revandî daxwaz ji fermandarên HSD û Rêxistinên Mirovî û Mafên Mirovan kir ku destwerdanê bikin û keça wê vegerînin mala xwe.

Tê zanîn fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanî di sala 2019an de ligel Vêrcînya Gamba nûnera NY bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha çi pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSD’ê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçarî dikin.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê deye.

Pustên heman beş