Wezîrê Derve yê Fransayê bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re dicive

Wezîrê Derve yê Fransayê bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re dicive

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re civiya û rewşa Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ku duh 23ê Nîsanê danê êvarê gihîşt Herêma Kurdistanê, derengê şeva borî li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re civiya.

Li gorî zanyariyan, di hevdîtinê de, aramiya li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, xurtkirina diyalogan û rola Fransa di pêvajoya veguhestina siyasî li Sûriyeyê de hatine gotûbêjkirin.

Piştî rûxandina rejîma Esed li Sûriyeyê, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Şamê kiribû û tekezî li ser giringiya parastina yekperçeyiya axa Sûriyeyê û dayîna mafên siyasî û olî yên pêkhateyan kir, bi taybetî ji bo Kurdan ku hevkarên wan ên sereke ne di şerê li dijî DAIŞê de.

Fransa piştgiriyê dide hewldanên ji bo yekrêziya helwesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê, ku ber bi serkeftinê ve diçin û biryar e roja 26ê vê mehê konferanseke kurdî ya berfireh li Qamişlo were lidarxistin.

Pustên heman beş