Çima dewleta Tirk û PKKe dixwazin Darka Mazî bêdeng bikin?!

Ev dema 6 salane rûpela Darka Mazî dest bi weşanê kiriye, di dema van şeş salan de bi hezaran êrîş li ser malpera me hatine kirin, ev êrîş hem ji aliyê dijimnan ve û hem jî ji aliyê Kurdên ku xwe weke wilatparîz nîşan didin ve hatine kirin, lêbelê armanca her duyan yeke, armanca wan jî bêdeng kirin û astengirkirina “Darka Mazî” yê ye, çendîn caran hesabên me yên sosyal medyayê hatin girtin, hesabên me yên Facebook ê hatin pûçkirin, li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê malpera me hat qedexekirin, lêbelê em teslîm nebûn, me li ber xwe da û heyanî niha em berdewamin.
Bi awayekî giştî navenda êrîşên eliktronî yên li ser malpera me, Îran Tirkiye û Beljîka û Firansa ne. Em Îran û Tirkiyeyê fêm dikin, lê êrîşên li Firansayê û Beljîkayê çima? Ji xwe em bi zimanê wan nanivîsin, em dijatiya wan nakin, em bi t awayî behsa wan nakin, loma bê guman êrîşên li van du wilatan li ser me tên kirin, ji aliyê PKKê ve ne.
Weke me li jor bas kirî, bi biryara dadgeha Tirkiyeyê rûpela me li Tirkiyeyê hat qedexekirin, qedexekirina rûpela me li Tirkiyeyê di demekî de ye ku bi dehan dezgehên çapemeniya PKKê bêy sansor û bi azadane weşanê dikin.
Tevî ku Darka Mazî li Tirkiyeyê qedexeye, lê belê ji roja weşana rûpela me heyanî roja me ya îro PKKeyî ji me re dibîjin, “hûn MÎT in, hûn ajanin, MÎT pereyên we dide…!” Gelo ma qey ev tiştek lojîkî ye? Ma dibe ji aliyekê ve MÎT pereyên me bide, ji aliyek din ve dadgeha Tirkiyeyê biryara qedexekirina me bide? Naaa, her kes dizane sedem çîye, lê Apoçî naxwazin vê rastiyê qebûl bikin, ji ber ku em bi nûçe û nivîsên xwe rûyê rast yê PKKê ku partiyeke wilatifroşe eşkere dikin, loma bi vî awayî ew û dewleta Tirk li dijî rûpela me disekinin.
Tişta baş eve ku em ne li Tirkiyeyê, lê belê li Ewropayê weşanê dikin, ger em li Tirkiyeyê bûna wê dem tev îdîtorên me da ji aliyê MÎTê ve werin desteserkirin, dewleta Tirk ew azadiya bi çapemeniya PKKê dide ti carî bi rûpela me û xebatkarên me nade, ev bi tenê bese ku mirov bizanibe kî ji boy Kurd û Kurdistanê dixebite û kî jî ji boy dewleta Tirk û dagîrkerên din dinvîse û xizmetê ji wan re dike.
Çendîn berpirsiyarên medyaya PKKê li Bakurê Kurdistanê bi paseport xwe ji wir diçin Silêmaniyê û Qendîlê û bi endamên komîteya çapemeniya PKKê û kesên weke Mistefa Karasû re hevdîtinan pêk tînin, ti kes jî ji wan re nabêje ev çewa dibe?!! Belê, raste carnan dewleta Tirk çend kesên lewaz digre, lê di bingehê de rewş ji bo kesên ku serkêşîya kar dikin cudaye. Kesên ku 20 salin rêveberên medyaya PKKê ne û hîn jî di navbera Diyarbekir, Stenbol û Silêmaniyê de bi rihetî diçin û tên hene. Ma ev Normale?
Dewleta Tirk dixwaze ku Kurd bibin endam û layengirên PKKê, Darka Mazî jî vê yekê bi belgeyên dîrokî îfşa dike, ev îfşa kirin ne bi dilê van du aliyan e, ew her dixwazin weke berî niha gelê Kurd bi giştî û gelê Bakur bi taybetî bi xapînin, em jî dixwazîn wan şiyar bikin, loma ji aliyê her duyan ve em tên hedif girtin, her du jî naxwazin Darka Mazî derwên wan eşkere bike û rûyê wan yê rasteqîne ji gelê Kurd re nîşan bide.
Ji dema damezrandina PKKê heyanî îro, Tirkiyê û PKKê bi hevre Kurd neçarî dîrokek şaş û çewt kirine, Tirkiyê bi awayekî sîstematîk, li ser Kurdên Bakur ferizkir ku bibin Apoçî, bi siyaseta xwe Kurd mehkûmî PKKê kirin. Her ev jî çêbû, Tirkiyê wisa kir ku PKKe û Ocalan li Bakurê Kurdistanê weke pîrozî bên dîtin û ti kes nikare PKKê rexne bike, ev siyaseteke hevpar û sitratejî bû, mixabin tevgerên siyasî yên Kurdan yên li derveyî PKKê li Bakurê Kurdistanê negihîştin girseya gel û ev lîsitk neşkandin. Niha jî li Bakurê Kurdistanê ew kesên ku dixwazin ji “hewza PKKê” derkevin, rewşenbîr, nivîskar, girûp, hem dibin armanca PKKê û hem jî ya dewleta Tirk.
Lê ev nabin sedem em gav bi paş ve bavêjin. Emê li herçar perçeyên Kurdistanê piştgriya siyasetên dijekolonyalîst û azadker ji bo Kurdan bikin. Emê li dijî qalbên fikirî yên şaş ku li ser Kurdan tên sepandin, siyasetên şerê taybet, sitratejyên afrandina Kurdên paralêl (bê Kurdayetî) yên kolonyalîstan rawestin. Emê lêkolînên xwe yên li ser bûyerên dîrokî yên kêm tên zanîn, şîrovekirina wan ya ji nû ve, û vekolîna pêwendîyên veşartî di navbera PKKê û dewleta Tirk de bidomînin. Emê tiştên ku nayên gotin ji gelê xwe re bibêjin, dewleta Tirk û PKKe jî bila bi awayekî hevpar êrîşî me bikin, ewê bikarbin rûpela me qedexe bikin, lê bi t awayî ew nikarin îradeya me teslîm bigirin û me ji vê rêya pîroz dûr bixin, emê weke pêş niha û pêtir li dijî dagîrkerên Kurdistanê binivîsin û rûyê kirêgirtiyên wan ji gelê xwe re eşkere bikin, ev kar wê heyanî wê roja em sax bin berdewam be, rûpel jî were girtin bi her sedemekî, emê berdewam bin.