Du ciwanên Êzidî yên revandî piştî zêdetirî 10 salan radestî malbatên wan hatin kirin

Du Ciwan Yazidi-info

Du ciwanên Êzidî yên revandî, piştî zêdetirî 10 salan ji revandina wan, radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştî zêdetirî 10 salan ji revandina wan ji aliyê rêxistina terorsitî ya DAIŞê ve, du ciwanên Êzidî bi rêya Deriyê Sinorî yê Rebîeyê radestî malbatên wan hatin kirin.

Yek ji wan ciwanan Diyar Elî Revo ye, ku xelkê gundê Koçoyê ye û li sala 2003ê hatiye ser dinyayê. Ê din jî Osman Xeylo Xudêda ye, ku xelkê gundê Wirdiyeyê  ye û li sala 2007ê hatiye ser dinyayê.

Wan her du ciwanên Êzidî di dema wan çend salan de renc û azareke zêde kêşaye. Diyarî çavekê xwe winda kiriye, herwesa ji ber meşq û rahênanên bizehmet ên rêkxistina teroristî ya DAIŞê destê Osmanî yê rastê hatiye birîn.

Hêşta bi sedan malbatên Êzidî bi hizret li benda azadkirina ezîzên xwe ne. Ev jî di demekê de ye ku, bizav ji bo azadkirin û çarekirina vê kirîza mirovî berdewam in.