Hakan Fîdan: “PKKe wê ji pergalê derkeve”

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got: “(Li Sûriyeyê) Çawa ku DEAŞ ji pergalê derket, PKKe jî wê ji pergalê derkeve. An wê bi daxwaza xwe di nav aştî û aramiyê da derkeve, an jî wê bi awayekî din derkeve”.
Wezîr Fîdan li Dohaya paytextê Qeterê bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Mihemed bîn Ebdurehman Al Sanî ra civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Fîdan got Tirkiye tu hewldaneke ku armanca wê xerakirina yekitîya axa Sûriyeyê an jî serweriya wê qebûl nake û anî ziman her hewldana wê destûrê bide ku ji dervayî desthilata navendî ya li Sûriyeyê komên din çekan hilgirin jî nayê qebûlkirin.
Fîdan wiha axivî: “Em li bendê ne ku peymana di navbera YPG û rêveberiya Sûriyeyê da ya ku di mehên dawî da hat îmzekirin bikeve rewacê. Hesasiyeta me ya derbarê vê mijarê da eşkere ye”.
Fîdan her wiha got tê çaverêkirin ku PKKe di demeke zûtir da bi awayekî erênî bersiva banga ku hatiye kirin bide, dev ji çekan berde û li ber rewşa normal a li herêmê nebe astengî.Fîdan anî ziman ku “Çawa ku DEAŞ ji pergalê derket, PKKe jî wê ji pergalê derkeve. An wê bi daxwaza xwe di nav aştî û aramiyê da derkeve, an jî wê bi awayekî din derkeve”.